Dokûmant Endazyariya Otomotîvê

Di serê sedsala 19’emîn de bi enerjiya tavê û hespan rêveçûneke lezgîn hate bidestxistin. Wesayîta makîneya hêlmê ya ewil, li gorî gerdêleyan 7 qat bileztir bû. Ev yek jî nîşanî me dide ku di roja me de destpêka şoreşa lez hêj berdewam e. Têkoşînên nû, pêşveçûnên ewlehiya wesayîtan, di endazyariya tirimbêlan de bikaranîna enerjiyên alternatif yên curbicur ev geşedanên hemû, tê vê manayê ku enformasyon û teknolojiya ragihandinê bûn e yek

  • Liv û tevgerdarî, ligel dinyaya kadîbûnê derketiye holê û jê re bûye alîkar.
  • Bergeha mirov û barkirina amûran roj bi roj zêdetir dibe.
  • Her wesayît, li gorî wesf û taybetmendiyên xwe piştgiriyê dide binesaziya giştî.
  • Hilberîna amûran û pêşveçûnên di qada teknikî de dibe sedema nûjeniyên endazyariya otomotîvê.
  • Wesayîtên veguhestinê, her ku pergalên mekanîk dixin şûna xwe, bi sîstemên bi ceyranê tên kontrolkirin.
  • Motorên ku performansên wan zêde ne, gelemperî ji bo wesayîtên sporê yan jî ji bo wesayîtên bazirganiyê tên bikaranîn. 
  • Dîzela hêzdar û birandiman, gelemperî di kamyonan de tê bikaranîn. 

 

TIRIMBÊL- MOTOR Û KAROSER

Takekesîtî û liv û lebatî bi hêza veguhastina tirimbêlan ve girêdayî ye. Wesayîteke din tune ye ku ewqas tesîr li jiyana civakî û şexsî bike. Motor hebûna wesayîtekê ye, yanê ji bo wesayîtekê gellek girîng e û peywîra motorê jî ew e ku termal û ceyranî yan jî enerjiya kîmyewî dike enerjiya kînetîk.

automotive-engineer

Di roja me ya îro de hema hema hemû wesayît bi otomosyonan tên hilberîn.

Di tirimbêl û wesayîtên bazirganî de piranî motorên bi benzîn yan jî motorên dîzel tên bikaranîn. Lêbelê ji ber zêdebûna bihayên petrolê, îxtimaleke mezin dê guhertin çê bibe. Pîşesaziya tirimbêlan, li şûna motorên şewitî ên berê li ser alternatîfên nû weke biyodîzela bi ceyran ku tê de çavkaniyên enerjiyên curbicur hene yan jî weke mekanîzmayên ajotinê yên têkel dixebitin

ŞANZIMAN Û ŞASÎ

Şanzimana ku ragihandina hêzê pêk tîne, di nav motor û dîreksiyonê de cih digire. Şanziman ji debriyaj, vîtesa rast, birrîna hêzê, mijaneya çerixandinê û diferansiyele pêk tê. Tevgera vegerî ku bi motorê dixebite, ji aliyê debriyaj û vîtesê ve tê veguhestin, belavkirin û verastkirin. Momenta vegerê ku ji hêla motorê ve tê afirandin bi rêya şanzimanê û di dema vegerekê de hêzên ji hev cudatir ên ku di beşên tekerlekê ên hundir û derveyî de bi mekanîzmaya bi diranît li tekerlekan tê veguhestin.

Mechanical-and-automotive-engineering-1920x960

Wêneyek ji dînamoya şarj û qayîşên motorê.

Gelo wezîfeya şasiyê çiye? Peywîra şasiyê ew e ku hêza motorê li ser reyan nîşan dide. Hêmanên ku li ajotina tirimbêlên tesîr dikin ev in: Lastîk, suspansiyona tekerlekê, amortîsor, frên û dîreksiyon.

KAROSER

Xebata karoserê, hêmanên dîtbarî ên tirimbêlekê diyar dike. Binesaziya karoserê, digel giranî û taybetiyên aerodînamîk, ji bo ewlehiya rêwiyan jî girîng e. Hê jî karoserên ku ji beşên cuda hatine kirin di piyasayê de hene lê belê geşedanên dawî, ji bo afirandina avahiyeke ku hundirê wê vala ye û li gorî krîterên xurtkirin, hişkî û sivikî hatiye dîzaynkirin.

Avantaja avahiyeke wiha ew e ku amûrên sivik tên bikaranîn. Di çêkirina şasiyê de digel pola, piranî alîmînyum, magnezyum û amûrên sentetik tên bikaranîn.

PERGALA ELEKTRONÎKÎ YA OTOMOTÎVÊ

automobile

Pergala agirberdana tirimbêlekê, batarya û marş ev hemû amûr û perçe di beşa elektronîka otomotîvê de cih digirin. Elektronîka otomotîvê ku têkiliya wê bi hêmanên konforê ên şexsî û standartên ewlehiya nûjen re heye, li şûna kumandayên mekanîk û pergalên ewlehiyê digire.

KUMANDAYA HEVSENGIYA ELEKTRONÎK – ESC

Kumandaya hevsengiya elektronîk, pergaleke ewlehiyê ye ku aktîf e, wergirên cuda, ji ber ixtîmala neşixulandina dîreksiyonê her tim çalak e. Agahiyên mîkrokompîturekê dinirxîne û di rewşên lezgîn de kumandayê dixe kontrola xwe yan jî frenên alîkar dide şixulandin. Eger xetereya patînajekê hebe, heta ku kişandina bi hevseng ji nû ve çê bibe, tekerlekan weke serbixwe ji hev cuda tên sekinandin. Pergalê, di dema frênkirinê de tekerlekan diqufilîne û eger rewşeke lezgîn hebe, hemû mekanîzmaya frenê weke otomatîik dide şixulandin.

ESP_composing_w

  1. Mekanîzmaya girtina patînajê, di dema talûkeya şemitandinê de heya demeke kurt bandor li frenên cuda ên di hemû tekerlekan de dike.
  2. Wergira pozîsyona dîreksiyonê dixe dilqa otomatîkê.
  3. Pergala rêveberiya hêzê, leza hemû tekerlekan verast dike.
  4. Frena alîkar a mekanîk, di rewşên bitalûke de kapasîteya frênkirinê zêde dike.
  5. Wergirên leza tekerlekê, li zivirandina hemû tekerlekan dinêre.
  6. Wergira rêguhertinê, li şemitandin û beliqînê dinêre.

 

AGAHIYÊN TAYBET – LOREMO LS

3-loremo

 LOREMO weke LS 1,51/IOO km wesayîta ewil e ku kêmtirîn sotemenî dixwe û bihaya wê nêzîkî 15 hezar dolar e (11.000 euro)
 NEPENA WÊ kêmtirîn xistina hêza bayê û kêmtirîn giranî ye.
 HÊZA HEWAYÊ 0,2’ye.
 GIRANIYA GIŞTÎ 450 kîlo ye.
 MOTORA WÊ 2 gindor turbo dîzel e.
 ZÊDETIRÎN LEZA WÊ di saetekê de 160 kîlometre ye.
 Şîrketa LOREMO AG’Ê  di sala 2009’an de derbasî hilberîna rêzeyî ya Loremo LS Umtimineyê bûye.

DI MOTORÊN NEFTÎ DE sotemeniya ku bi pijiqîneke zirav dişixule di karburator de yan jî di pompeyên pijiqînê de tev li hewayê dibin. Ev tevlibûn tê şandin bo gindorê û bi tevgerên pîstonekê tê şidandin. Bujiyekê, vê tevlîbûnê pêdixe û teqînekê çê dibe her wiha pîston berê xwe dide derve. Di roja me de motorên 4 demî gellek popûler e, di van motoran de pijiqandina sotemeniyê û valakirina egzozê bi derbên cuda ên pîstonê ve pêk tê. Motorên bi benzîn, li gorî motorên dîzelê leztir çerxê pêk tîne; lê belê randimana wê kêmtirîn e û şewitandina wê zêdetir e.

 

Ilmor

Çerxa motorekê ya 4 demî, bi 4 tevgera pîstonekê ve ya di nav gindorê deve girêdayî ye.

“Derûdora destpêkê, lêdana stendina sotemeniyê û lêdana şidandinê”

“Pêxistina sotemeniyê, lêdana hêzê û lêdana egzozê”


 

 

10_asset_00008613_1_f2c67e80b8de4b2999c2599606fcc328

QUTIYA VÎTESÊQUTIYA VÎTESÊ

Di nav deqeyekê de hejmara vegerê ya motorekê di qutiya vîtesê de diguhere. Eger diranîteke piçûk yê di serê mîlê de diranîteke mezin yê dawiya mîlê bigire, hêza vegerê kêm dibe (vîtesa kêm). Eger diranîteke mezin, diranîteke piçûk bigire hêza vegerê zêde dibe (vîtesa bilind). Tevgera vegerê, dûv re ji qutiya vîtesê vediguheze tekerlekan.

duonic-sanziman

Bi diranîtên xwe ve debriyaj.

DEBRIYAJ, tevgera vegerê ya motorê vediguhezîne qutiya vîtesê. Ev kar, bi 2 dîskên lihevketî anko plakayan pêk tê. Gava debriyaj serbes bimîne, dîsk ji hev vediqetin û qutiya vîtesê hêzdar dibe. Di vê navberê de vîtes dikare bê guhertin.

1 – Debriyaj, guhertina vîtesê pêk tîne.
2 – Vîtesên ku mezinahiya wan ji hev cudatir in tevgera motorê diçerixîne vegerên bi lez yan jî hêdî.
3 – Debriyaja di motorekê de û debriyaja di wesayîtekê de di heman rê û rêbazan de dixebitin.

Ercan Pasûrî  / Kovara Zanko (National Geographic Dokûmanta Taybet)

Derbar ziman

Check Also

Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê …

Leave a Reply